NÛÇEYÊN KURDÎ

BALCI: GOTINÊN DIVÊ WÊ NAN BIBE 10 LÎRE NE RASTIN

Serokê Federasyona Nanpêjên Tirk Halîl Îbrahîm Balci, derbarê nîqaşên li ser bihabûna nan de ku di demên dawî de di rojevê de ye daxuyanî da û dîyar kir ku gotinên divê wê bihaya nan bibe 10 lîre ji rastîyê dûr in.

Balci di daxuyanîya xwe de wiha got: "Nan nabe 10 lîre. Lê belê ji ber ku piştgirîya arvan bidawî bû, mûçeya herî kêm zêde bû, di heman demê de lêçûn jî zêde bûn û ji bo bihayê nan jî pêwîstîyek çêbû.

Bihayê herî maqûl ew e ku serokên odeyên bajaran li gor lêçûnên li bajarên xwe û li gor hesabkirina lêçûnên xwe serî lê bidin. Em li serê dixebitin da ku kîloya nan ji 35 lîre 50 quruşan derbas nebe.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.