NÛÇEYÊN KURDÎ

BANÊ AXÛRA KERPÎÇ HILWEŞÎYA, 3 BIZIN TELEF BÛN

Li gungê Kalkan a navçeya Eglê banê axûra kerpîç hilweşîya û 3 bizin telef bûn.

BANÊ AXÛRA KERPÎÇ HILWEŞÎYA, 3 BIZIN TELEF BÛN

Li Eglê di encama hilweşîna banê axûra kerpîç de heywanên di axûrê de telef bûn.

 

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di bûyera ku li Taxa Kalkan a Navçeya Eglê ya Amedê pêk hat de banê axûra kerpîç hilweşîya.

 

Li ser agahdarkirinê ekîbên agirtefê sewqê cîhê bûyerê bûn. Ekîban di dema xebatên xwe de dîyar kirin ku ti welatî ne mirine û ne jî birîndar bûne, lê di encama hilweşînê de 3 bizin telef bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.