NÛÇEYÊN KURDÎ

BANKAYA FEDERAL A AMRÎKA RÊJEYA FAÎZÊ NEGUHERT

Bankaya Federal (Fed) a Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê rêjeya polîtîkayê di navbera ji sedî 5,25-5,50 de sabît hişt ku ev asta herî bilind a 22 salên dawî ye.

BANKAYA FEDERAL A AMRÎKA RÊJEYA FAÎZÊ NEGUHERT

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê Fed ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku nîşaneyên herî dawî nîşan didin ku di çaryeka sêyemîn de leza mezinbûna çalakîya aborî kêm bûye. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat dîyarkirin ku ji serê salê vir ve destkeftîyên îstîhdamê kêm bûne, lê bi hêz berdewam dikin û rêjeya bêkarîyê jî kêm dimîne.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku enflasyon di tevahîya salê de leza xwe kêm dikir lê di asta zêde de bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.