NÛÇEYÊN KURDÎ

BARÎYERAN RAKIRIN, QADA NOBETÊ KIRIN CÎHÊ PARKA SIWAREYAN

Barîyerên hesin ên danîbûn qada ku malbata Şenyaşar lê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne rakirin û şûna wê bi hinceta “cîhê parkê ye” siwareyan lê bicîhkirin.

BARÎYERAN RAKIRIN, QADA NOBETÊ KIRIN CÎHÊ PARKA SIWAREYAN

Çalakîya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edlîyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 583’yemîn de berdewam kir. Di nobeta malbatê ya îro de lawikê malbatê yê din Mehmet Şenyaşar jî tev lê nobetê bû. Li qada nobetê ku ev hefteyeke di bin dorpêçê de ye, barîyerên hesin hatin rakirin û bi hinceta “cîhê parkê ye” bi siwareyan carek din hate dorpêçkirin. Emîne Şenyaşar bertek nîşanê astengkirinan da û bi lêv kir ku wê çalakîya xwe bidomîne. Malbatê li ser hesaba xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Bi fermana serdozger qada ku me lê nobed digirt, bi barîyerên polêsan hate dorpêçkirin. Piştê 7 rojan wan barîyerean hatin rakirin. Li Edlîyeya Rihayê zagon hatîye rakirin, bi talîmatan dixebitin! Li Edliyeya Rihayê çi diqewime? Em bang li Lîjneya Dozger û Dadgeran dikin ku bila werin wezîfeyên xwe pêk bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.