NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYÊN HERÊMÊ BI DAXUYANÎYEKE HEVPAR ÊRÎŞA TAKSÎMÊ ŞERMEZAR KIR

Baroyên herêmê bi taybetî Baroya Amedê têkildarî êrîşa bombeyî ya li Stenbolê daxuyanî dan.

BAROYÊN HERÊMÊ BI DAXUYANÎYEKE HEVPAR ÊRÎŞA TAKSÎMÊ ŞERMEZAR KIR

Baroyên herêmê bi taybetî Baroya Amedê têkildarî êrîşa bombeyî ya li Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar a Baroyên Herêmê yên li ser medyaya civakî de wiha hat gotin; “Em êrîşa hovane ya ku mirovên bêguneh dike hedef bi tundî şermezar dikin.  Êrîşên bi vî rengî yên li ser mafê jiyanê û hedefgirtina sivîlan wê negihêjin armancên xwe. Pêwîstiya serweriya hiqûqê ye ku daxwaza civakê ya di nava ewlehiyê de bi ser bikeve. Di vê çarçoveyê de em wek Baroyan; Daxwaz ji hikûmetê dike ku tedbîrên pêwîst bigire ji bo pêşîgirtina li van êrîşan û ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê vekolînek bilez û bi bandor li ser êrîşê bike. Em ji bo welatiyên me yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmet, ji xizmên wan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.