NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ BANG LI DOZA SINCARÊ KIRIN

Parêzerên Baroya Amedê û Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, berîya danişîna doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Sîncar, daxuyanîyeke çapemenîyê dan.

BAROYA AMEDÊ BANG LI DOZA SINCARÊ KIRIN

Parêzerên Baroya Amedê û Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, berîya danişîna doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Sîncar, daxuyanîyeke çapemenîyê dan.

Danişîna doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Sîncar ê di 4'ê Îlona 1993'an de hat kuştin, 27'ê Hezîranê roja Duşemê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin. Serokê Baroyê Nahît Eren di daxuyanîyê de axivî û dîyarkir ku hê bi qetlîamên salên 90'î re rû bi rû nehatin û dosyeya Sîncar ne tenê doza kesekî ye. Eren, dîyarkir ku wê weke parêzer dozê bişopînin û banga tevlîbûna li danişîna ku wê roja Duşemê bê kirin kir. Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî di derbarê doza Sîncar de agahî da û dîyarkir ku zêdeyî 30 sal in di dosyeya Sîncar de girtî tune ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.