NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ BERTEK NÎŞAN DA! “MUDAXELEYEKE KÊFÎ YE”

Baroya Amedê derbarê binçavkirinan de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

BAROYA AMEDÊ BERTEK NÎŞAN DA! “MUDAXELEYEKE KÊFÎ YE”

Baroya Amedê derbarê binçavkirinan de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de wiha tê gotin, “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de û biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgerîya Cezayên Sulhê ya Amedê, îro di danê sibehê avêtin ser malên endamên buroya me, rojnameger û parastvanên mafên mirovan jî di nav de binçavkirin û girtin çêbûne. Bi awayekê kêfî nêzî mafên bingehîn û azadîyan dibin, di serî de parêzer, parastvanên mafan û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civakên sivîl hedef tên girtin û rastê gefên cezakirinê tên. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li dijî parastvanên mafan bi awayekî pir bêwate, nebikêr, bêperwa û xerab tê bikaranîn. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatîye dayîn û ji bo dosyayê jî biryara nepenîyê hatîye dayîn. Divê derbarê sedema binçavkirinan, di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê tavilê dawî li van sepanên derqanûnî ku mafên azadî û ewlehîyê binpê dikin ên li dijî hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafên mirovan bînin û wan serbest berdin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.