NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ DERHEQÊ POLÊSAN DE GILÎ KIR

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 4’ê cotmehê de ji bo qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademisyen Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê ya li Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin li Parka Xezalê daxuyanî dabû û polîsan êrişî beşdarvanan kiribû. Baroya Amedê li polîsên êrişkar gilî kir.

BAROYA AMEDÊ DERHEQÊ POLÊSAN DE GILÎ KIR

Di daxwaznameya gilîyê de wiha hate gotin: “Ji bo Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin li Parka Xezalê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê polîsan bi awayekî derhiqûqî kesên beşdarî daxuyaniyê bûbûn li qadê, ji azadiya wan bêpar hiştin. Dema rewş dihat şermezarkirin polîsan bi mertalan mudaxile kirin, bi gaza şil a bi rengê zer êrişî beşdarvanan kirin û endamên baroya me jî din av de, bûn sedemê birîndarkirina gelek welatiyan. Êrişkirin û astengkirina polîsan bi awayekî vekirî binpêkirina qedexeya mûameleya nebaş û îşkenceyê ye. Weke Baroya Amedê bi hempîşeyên xwe yên rastî mudaxileya dijhiqûqî hatin re ji bo lêkolîna pêwîst bê kirin û berpirsyar bên tespît kirin me gilîya xwe kir.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.