NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ: “DIVÊ POLÎTÎKAYÊN LI SER BINGEHA MAFÊN ZAROKAN, REALÎST Û TEVAYÎ BÊN AFIRANDIN”

Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Keda Zarokan a Cîhanê daxuyanîyek da û wiha got, "Divê polîtîkayên li ser bingeha mafên zarokan, realîst û tevayî bên afirandin."

BAROYA AMEDÊ: “DIVÊ POLÎTÎKAYÊN LI SER BINGEHA MAFÊN ZAROKAN, REALÎST Û TEVAYÎ BÊN AFIRANDIN”

Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Keda Zarokan a Cîhanê daxuyanîyek da û wiha got, "Divê polîtîkayên li ser bingeha mafên zarokan, realîst û tevayî bên afirandin."

Nupelda Eren a ku li avahîya baroyê bi wesîleya 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkerîya Zarokan daxuyanî xwend, dîyar kir ku TUÎK'ê ji sala 2019'an û vir ve daneyên li ser keda zarokan parve nake û zarokên di bin 18 salîyê de destûr tê dayîn. Ji ber ku qanûna kar li Tirkîyeyê hatîye guhertin, di dema karesat û krîzê de zarokên karker zêde bûye. Di daxuyanîyê de her wiha daneyên ÎSÎG û Neteweyên Yekbûyî cih girt û bal kişand ser asta keda zarokan. Eren banga guhertina polîtîkaya li ser keda zarokan kir û wiha got, “Xebitandina zarokan dibe sedem ku zarok li derdorên bêparastin mezin bibin. Her wiha rastê îhmal û îstîsmarê bên û ji jîyana xwe ya perwerdehîyê qut bibin. Di encama qezayên kar de, birîndar dibin an jî jîyana xwe ji dest didin. Ji ber ku zarok in, ji gelek mafan nikjarin sûd werbigirin. Di rapora İSİG'ê ya sala 2022'an de hatîye weşandin de hatîye dîyarkirin ku di deh salên dawî de herî kêm 616 zarokên karker jîyana xwe ji dest dane, ji van 211 di temenê 14 salî û jê biçûktir in, 405 jî di navbera 15-17 salî de jîyana xwe ji dest dane. Weke Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, em ji raya giştî re radigihînin ku em ê têkoşîna xwe ya di vê warê de bidomînin û balê bikşînin ser girîngîya di çarçoveya têkoşîna li dijî keda zarokan û polîtîkayên li ser bingehê mafên zarokan, realîst û yekpare bên meşandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.