NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ: EM ÊDÎ JI ŞÎNÊ BÊZAR BÛNE

Baroya Amedê, ji bo hevrêyên xwe yên ku li Stenbolê hatin qetilkirin, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da.

BAROYA AMEDÊ: EM ÊDÎ JI ŞÎNÊ BÊZAR BÛNE

Baroya Amedê, ji bo hevrêyên xwe yên ku li Stenbolê hatin qetilkirin, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da.

Li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê Abdullah Turkoglu,  Oznur Tufan ê ku di derbarê wî de doz vekiribû û parêzerê wî Servet Bakirtaş kuşt. Li gelek bajarên Tirkîyeyê, parêzer û rêveberîyên baroyan qetilkirina hevalên xwe bi meş û daxuyanîyên çapemenîyê protesto kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da. Eren, anî ziman ku qetilkirina Bakirtaş û mirina parêzerên din, ji ber hincetên bi heman rengî hatîye kirin û ev yek nêrîna civakî rave dike. Eren, wiha berdewam kir; “Em ji nivîsandina daxuyanî û şînê bêzar bûne. Mehkûmkirina bersûcan bi cezayên muebetê yên giran, êdî êşa me sivik nake. Em li bendê ne ku her mirina parêzer bibe 'derseke civakî', lê hêjmara mirina zêde her ku diçe zêdetir ji me direvîne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.