NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ: EM LI CEM XWENDEKARÊN KU WÊ BIBIN PARÊZERÊN PÊŞEROJÊ NE

Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi gotina "Dicle Hukuk naxwaze ji vir bêneqil kirin" çalakiya rûniştinê lidarxistin.

Baroya Amedê îro piştgirî da çalakiya rûniştinê ya xwendekaran. Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya xwendekaran û got, “Xwendekarên li vir kom bûne wê bibin dadger û parêzerên pêşerojê. Ji ber vê yekê divê xwendekar guh bidin daxwazên wan. Xwendekar naxwazin ji vê avahiya ku bûye cihê bîranîna gelek parêzeran derkevin. Ev ne daxwazek pir dijwar e. Weke Baroya Amedê em li cem xwendekarên ku wê bibin parêzerên pêşerojê ne. Sedema serdana me ev e."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.