NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ JI BO EWLEHÎYA HILBIJARTINÊ AMADEYE

Sekreterê Baroya Amedê Serdar Ozer dîyar kir ku ew ê ji bo ewlehîya hilbijartinê bi komeke ji 250 parêzeran pêk tê li qadan amade bin.

BAROYA AMEDÊ JI BO EWLEHÎYA HILBIJARTINÊ AMADEYE

Sekreterê Baroya Amedê Serdar Ozer dîyar kir ku ew ê ji bo ewlehîya hilbijartinê bi komeke ji 250 parêzeran pêk tê li qadan amade bin.

Serdar Ozer derbarê ewlehîya hilbijartinê de ji Rojnameya Tîgrîsê re axivî û dîyar kir ku “Baroya Amedê parêzerên ku di her hilbijartinê de cih digirin di dema dengdayînê de  wê îsal jî sindoqan dişopînin.” Ozer, anî ziman ku ji bo fikarên ewlehîya hilbijartinê kêm bikin wek baro gelek dixebitin û wiha got: “Ji dema dîyarkirina roja hilbijartinê ve fikara ewlehîya sindoqan a partîyên sîyasî û sazîyên sivîl heye. Operasyona ku li Amedê pêk hat fikarên ewlehîya hilbijartinê pir zêde kir.

Ji bo kêmkirina van fikaran, me wek baro ekîba parêzeran a ji 250 kesî pêk tê ava kir. Hevalên me, ji bo ewlehîya hilbijartinê wê li qadan bin û hemû xebatên pêwîst birêvebibin. Em ê weke baro, ji hemû partîyan re bi awayekî wekhev tevbigerin û li gor wê xebatên xwe bimeşînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.