NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ JI BO ÊRÎŞA LI ENQEREYÊ PEYAMA ŞERMEZARKIRINÊ WEŞAND

Baroya Amedê derbarê "çalakiya terorê" ya bi bombeya li ber avahiya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê pêk hat de peyama şermezarkirinê weşand.

Di peyama şermezarkirinê ya ku Baroyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de wiha hat gotin, “Baroya Amedê li dijî her cure êrîş, tundî û pevçûnên li dijî mafê jiyanê ye û wê li ber xwe bide. Em êrîşa ku do li Enqereyê pêk hat û qetilkirina sivîlekî beriya bûyerê şermezar dikin.

Em bi salane diceribînin ku pevçûn û tundî dibe sedem pirsgirêk bêhtir kûr bibin û çaserî bêhtir bi zehmet dibin. Weke civak em ji tundî û pevçûnan pir bêzar bûne. Divê em bi hev re karibin di her şert û mercî de ji mirinan re bêjin raweste û mafê jiyanê biparêzin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.