NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ LI DIJÎ SEXTEKARÎYA PEYAMÊN CELBA DADGEHÊ HIŞYARÎ DA!

Komîsyona Mafên Serfkaran a Baroya Amedê, derbarê sûcên sextekarîyê yên di demên dawî de zêde bûne hişyarî da hemwelatîyan.

BAROYA AMEDÊ LI DIJÎ SEXTEKARÎYA PEYAMÊN CELBA DADGEHÊ HIŞYARÎ DA!

Komîsyona Mafên Serfkaran a Baroya Amedê, derbarê sûcên sextekarîyê yên di demên dawî de zêde bûne hişyarî da hemwelatîyan.

Di daxuyanîya nivîskî ya Baroya Amedê de hat gotin, “Sextekarî cureyek sûc e ku di demên dawî de zêde bûye. Ev sûc bi qalibên curbecur derdikeve pêşberê hemwelatîyan û dibe sedema mexdûrîyetê. Rêbaza nû ya sextekaran gazîkirin û smsên sexte yên bi navên bikarhêner an pargîdanîya qanûnê yên cihêreng dişîne. Bi tirs û zexta ku bi nivîsa smsê re çêdikin, armanca sextekaran ew e ku welatîyan neçar bikin ku lînka di smsê de bikar bînin. Îtîbarê bi van peyaman nekin û pere ji hesabên wan re neşînin. Di berdewamîya daxuyanîyê de hat xwestin ku doz û dosyayên înfazê, li ser e-dewlet ango Portala hemwelatîya ya UYAP'ê bên kontrolkirin. Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin, “Di her qonaxa dozê de ji dadger, dozger an jî dadgehan WhatsApp û hwd. agahdarî bi hesabê medyaya civakî an smsê nayê kirin, divê hûn hişyar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.