NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA ŞIRNEXÊ BERTEK NÎŞANÊ QANÛNA SANSURÊ DA

Baroya Şirnexê bi daxuyanîyeke nivîskî bertek nîşanê qanûna sansurê da û dîyar kir ku divê ji vê xeletîyê vegerin.

BAROYA ŞIRNEXÊ BERTEK NÎŞANÊ QANÛNA SANSURÊ DA

Baroya Şirnexê bi daxuyanîyeke nivîskî bertek nîşanê qanûna sansurê da û dîyar kir ku divê ji vê xeletîyê vegerin.

Pêşnûmeya ku di raya giştî de wekî "Qanûna Sansurê" tê binavkirin û di parlementoyê de 40 maddeyên wê, bi dengên desthilata AKP’ê û MHP’ê hat qebûlkirin. Baroya Şirnexê bi daxuyanîyeke nivîskî bertek nîşanê qebûlkirina qanûna sansurê da.

Baroya Şirnexê da zanîn ku ger ev qanûn bê pêkanîn wê azadîya ramanê li Tirkîyeyê bi temamî ji holê rabe û wiha berdewamkir: “Em bi fikar in ku bi qebûlkirina qanûnê re 'sûcdarên fikrî' û binpêkirina mafê azadîya ramanê zêdetir bibin. Ji ber vê sedemê em wek Baroya Şirnexê di wê bawerîyê de ne ku ji bo aştîya raya giştî neyê xerakirin divê ji vê xeletîyê vegerin. Heger wekê ku Alfanso Reyes gotîye; 'Mirov nikare stranên azadîya bi diranên çîçandî bibêje.'"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.