NÛÇEYÊN KURDÎ

BARZANÎ: DİVÊ IRAQ JI HER CÛREYÊN ŞER DÛR BIMÎNE

Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî got; “divê Iraq ji her cureyên şer dûr bimîne.” Li gorê daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe ya ligel Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanî yê Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Mareşal Martîn Sammy Sampson û heyeta wî re de, behsa sedem û encamên gengaz ên şerê li Gazeyê kir.

BARZANÎ: DİVÊ IRAQ JI HER CÛREYÊN ŞER DÛR BIMÎNE

Di hevdîtinê de Barzanî dîyar kir ku divê Iraq ji şer dûr bimîne û wiha axivî, "Zêdebûn û belavbûna rewşê metirsîyê li ser tevahîya herêmê çêdike.

Lewma divê Iraq bi her awayê, xwe ji şer dûr bixe. Şer nikare bibe çareserîya ti pirsgirêkan, çareserî tenê aştî ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.