NÛÇEYÊN KURDÎ

BAVÊ KU LI BER HDP NOBETÊ DE YE DERKET HOLÊ KU QATIL E

Hat dîyarkirin ku Celîl Begdaş ê ku tevlê "Dayîkên Amedê" yên li ber avahîya HDP'ê ya Amedê çalakîya nobedê pêk tînin, ji ber kuştinê cezayê wî yê girtîgehê heye û lê tê gerendin.

BAVÊ KU LI BER HDP NOBETÊ DE YE DERKET HOLÊ KU QATIL E

Li gorê nûçeya Sozcuyê, Begdaş ê ku bi gotina "HDP zarokan direvîne çîya" xwe amade dikir ku serlêdana sûc bike, di kontrola nasnameyan a li derî ya dadgehê de hat dîtin ku bi sûcê "kuştina bi qestî" 45 sal cezayê wî yê girtîgehê heye. Begdaş ku hat binçavkirin û bi biryara serdozgerîyê di bin çavdêrîya 2 polêsan de li wesayîta girtîgehê siwar bû, ji wesayîtê revîya.

 

Derbarê Begdaş de ji ber sûcê revê doz hat vekirin û cara duyemîn jî biryara girtinê hat dayîn. Hat dîyarkirin ku Begdaş ê ku bi Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylu re jî wêneyên wî hene, ev 2 sal e jê re wek polêsên parastinê hatîye wezîfedarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.