NÛÇEYÊN KURDÎ

BERÎYA CEJNA QURBANÊ KONTROLÊN XWARINÊ ZÊDE BÛN

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo goşt û şêranîyên ku welatîyan berîya Cejna Qurbanê gelek dikirin, kontrolên xwe zêde kir.

BERÎYA CEJNA QURBANÊ KONTROLÊN XWARINÊ ZÊDE BÛN

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristîyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo goşt û şêranîyên ku welatîyan berîya Cejna Qurbanê gelek dikirin, kontrolên xwe zêde kir. Ekîban li depo û kargehan kontrol kirin û cîhê hilberîna şêranîyê û cil û bergên karmendan kontrol kirin. Di embaran de jî paqijî û dîroka bikaranîna dawî ya xwarinan hatin kontrolkirin. Rêveberîya Karûbarên Tenduristîyê, berîya cejnê di derbarê kirîna goşt û berhemên goşt, û şêranîyan de hişyarî da welatîyan. Ji welatîyan re hişyarî dayîn ku bila berheman ji cihên pêbawer bikirin û dîroka wan kontrol bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.