NÛÇEYÊN KURDÎ

BERAATA POLÊSÊ KU HANTAŞ KUŞTIBÛ, HAT BETAL KIRIN

Di doza ku Recep Hantaş li Amedê di encama çek bikaranîn a polêsan de jîyana xwe ji dest da, biryara beraetê ya polês hat betalkirin.

BERAATA POLÊSÊ KU HANTAŞ KUŞTIBÛ, HAT BETAL KIRIN

Recep Hantaş ê 20 salî, di 14ê Nîsana 2019an de dema ku li Parka Sûmer ya li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê bermahîyên wek qarton kom dikir,ji ber gulebarana polêsan jîyana xwe ji dest da.

Polês Kazim Bozkurt ê ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdîaya "kuştina dibe ku bi qest" bi daxwaza 25 sal cezayê girtîgehê dihat darizandin, sûcê ku lê tê tometkirin bi hinceta ku tu delîlên ku ji hemû gumanan wêdetir tine ye, beraat kiribû.

Di nûçeya Ardil Batmaz a Rojnameya Duvar de, serdozgerê komarê û parêzerên Hantaş biryara beraetê ya dadgeha aslîye îtîraz kirin.

1'emîn Daîreya Cezayê ya Edlîyeya Herêmê ya Amedê bi nirxandina serlêdana temyîzê biryara betalkirina biryarê da û diyar kir ku beraeta polês Kazim Bozkurt li dijî hiqûqê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.