DİĞER

BERMAYÎYÊN GIRÊ FILLA WÊ LI GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMEDÊ WERE PÊŞANDAN

Bermahîyên avahîyên Girê Fîla ku 11 hezar û 300 salî ye, wê li Girtîgeha Tîpa E ya Girtî ya berê, ya Amedê ku wê bibe muzexane bên pêşandan.

Kolandinên ku di sala 2018an de di bin serokatîya Midûrîyeta Muzeya Amedê de li Girê Filla ya li navçeya Karazê ya Amedê hatibûn destpêkirin, di meha Kanûna sala par de temam bûbûn.

Di kolandinan de qadên jîyanê yên olî û civakî û her wiha berhemên ku şopên jîyanê yên civakên di Serdema Neolîtîk de dijîn nîşan didin, hatin dîtin.

Kevirên avahîyên ku di çarçoveya projeyê de hatine jimarekirin û komkirin, li baxçeyê Girtîgeha Tîpa E ya Girtî ya Amedê ku demeke dirêj navê wê bi îşkenceyê dihat rojê û ji bo bibe muzexane xebat lê dihat kirin, dest pê kirin.

Di çarçoveya projeya ku wê were amadekirin de, wê kevir û tiştên hatine derxistin li gor orjinala wê were çêkirin û wê ji zîyaretvanan re were pêşandan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.