GÜNDEM

BERNAMEYA FÎNANSMANÊ YA XANÎYÊ NÛ KET MERÎYETÊ

Qanûna 'Bernameya Fînansmanê ya Xanîyê Nû' ya ji bo kesên dahata wan di asta navîn de ye di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê.

BERNAMEYA FÎNANSMANÊ YA XANÎYÊ NÛ KET MERÎYETÊ

Qanûna 'Bernameya Fînansmanê ya Xanîyê Nû' ya ji bo kesên dahata wan di asta navîn de ye di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket merîyetê.

Bernameya Fînansmanê ya Xanîyê Nû di van demên dawî de ji alîyê Meclîsê ve hat qebûlkirin. Bi Qanûna Birêkûpêkkirina Birêvebirina Deynên Aborîya Giştî re sînor û bendên cezayê yên tevkarîya xezîneyê hatin dîyarkirin. Welatîyan wê di 3 salên ewil de di deynên xanîyên ku wê bistînin de, li gorê dahata xwe wê teqsîtan bidin. Ji sedî 30'ê teqsîdan bi şertê ku were îadekirin wê ji alîyê Wezareta Xezîne û Darayîyê ve were dayîn. Peymandarên xanîyan jî wê ji sedî 5 ji bihayê firotanê alîkarî bikin. Li gor rêziknameyê ger kesên ku ji bernameyê sûdê werdigirin daxuyanîyên xapînok bidin wê piştgirî ya ku tê dayîn bê paşxistin û cezayê îdarî bê sepandin. Welatîyan wê heta 31ê Kanûna 2023an ji pakêta fînansmana xanîyan sûd werbigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.