NÛÇEYÊN KURDÎ

BERNAMEYA HUDA PARÊ: DIVÊ PERWERDEHÎYA TÊKEL BETAL BIBE

Nêrînên di bernameya partiyê ya HUDA PARê de ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgiriya xwe ji Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan re ragihandibû û wê ji lîsteya AKPê bikeve hilbijartinê, careke din derket pêş.

Di bernameya partiyê de tê gotin ku "Divê perwerdehîya têkel a mecbûrî bê terikandin. Malbatên ku dixwazin bila zarokên xwe bişînin dibistanên kur û keçan ên ji hev cûda yên di hemû astên perwerdeyê de, weke xwendina bilind jî di nav de. Divê jin li mala xwe be. Zîna ya ku wek sûc nayê dîtin, divê ji nû ve weke sûc divê ji nû ve weke sûc bê pênasekirin.”

HAT ÎDÎAKIRIN KU WÊ 3 RÊVEBERÊN HUDA PARÎ JI AKPÊ BIBIN NAMZED

Ji aliyê din ve tê îdiakirin ku di hilbijartina 14ê Gulanê de, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Huseyîn Yilmaz û Alîkarê Serokê Giştî Îshak Sağlam wê di hilbijartinên 14ê Gulanê de wek "namzedê parlamenteriyê yên lîsteyên AKPê" bên diyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.