NÛÇEYÊN KURDÎ

BERSIV JI 25 PÊŞNÎYAZNAMEYAN RE NEHAT DAYÎN

Li Şirnexê ev du sal in daran dibirin, xweza bi talanê re rû bi rû ye.

BERSIV JI 25 PÊŞNÎYAZNAMEYAN RE NEHAT DAYÎN

Li Şirnexê ev du sal in daran dibirin, xweza bi talanê re rû bi rû ye.

Derbarê birîna daran de bi dehan pêşnîyazname dan Meclîsê lê tu bersiv ji van pêşnîyaznameyan nehat girtin. Li herêma Besta ya Şirnexê û li çîyayên Cûdî û Gabarê ev du sal in talana daristanan didome. Ji bo vê talanê, ku di bin çavdêrîya leşker û cerdevanan tê kirin, rayedar tu daxuyanî nedan. Digel van yekan ji bo ev talan bê rawestan îtîraz û daxwazname hatin kirin lê ji wan jî tu encamek nehat girtin. Derbarê vê mijarê de Parlamentera Şirnexê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr dîyar kir ku konsepteka şereke berfireh tê meşandin û di bin navê ‘ewlekarî’yê de xweza tê talankirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.