NÛÇEYÊN KURDÎ

BES: BILA PEREYÊN PROMOSYONÊ YA BANKAYAN WERIN NÛKIRIN

Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Şaxa Amedê (BES) ji bo nûkirina pereyên promosyonê ya bankayan li Amedê daxuyanîya çapemenîyê da.

BES: BILA PEREYÊN PROMOSYONÊ YA BANKAYAN WERIN NÛKIRIN

Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Şaxa Amedê (BES) ji bo nûkirina pereyên promosyonê ya bankayan li Amedê daxuyanîya çapemenîyê da.

Serokê Şaxê Yûsûf Karatay li ser navê BES’ê daxuyanîyê xwend û dîyar kir ku pêşîya enflansyonê êdî nayê girtin û wiha axaftina xwe domand: “Karker bi van zemên ku hatine kirin nikarin debara xwe bikin, divê pereyên promosyonê werin nûkirin. Muçeyên kedkarên dewletê ji ber ferqa enflasyonê hate zêdekirin lê li gor rêjeya enflasyona berê, promosyonên heyî hindik e. Peymanên promosyonê ji bo 3-5 salan tên îmzekirin û li gor enflasyonê tê de guherîn çênabe. Ji ber vê yekê bi milyonan xebatkar bi gilî û gazinc in.”  

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.