NÛÇEYÊN KURDÎ

BI ÎDÎAYA KU SÎSTEM TUNE YE GUHERTINA NAVNÎŞANAN ÇÊNAKIN

Ji ber ku roja dawî ya ragihandina guhertina navnîşanan a ji bo dengdayînê ye, li ber Midûrtîyên Nifûsê rêzên dirêj çêbûn.

BI ÎDÎAYA KU SÎSTEM TUNE YE GUHERTINA NAVNÎŞANAN ÇÊNAKIN

Ji ber ku roja dawî ya ragihandina guhertina navnîşanan a ji bo dengdayînê ye, li ber Midûrtîyên Nifûsê rêzên dirêj çêbûn.

Her wiha rayedar karê guhertina navnîşanan rawestandine û dibêjin sîstem tune ye. Kesên ji ber erdhêjê ji malên xwe derketine û li devereke din dijîn, ji bo roja hilbijartinê bikaribin li cîyê lê dijî dengê xwe bikarbîne, divê herî dereng îro heta demjimêr 23.59an navnîşana xwe ragihîne. Hemwelatî li ser sîstema e-dewletê û li mudûrtîyên nufûsê dikarin navnîşana xwe ragihînin. Hat dîyarkirin ku li Amedê hemwelatîyên ku ji ber erdhêjê mecbûr man e ku navnîşana xwe ragihînin, jê re tê gotin sîstem tune ye û karê wan ê guhertina navnîşanan nayê birêvebirin. Hemwelatîyan destnîşan kirin ku divê ji ber ku roja dawîn e bi zanebûn û ji qestî dibêjin sîstem tuneye. Hemwelatîyên ku li ber qonaxa hikûmetê ya li navçeya Baglar a Amedê lihev kombûn, ji bo navnîşanên xwe biguherînin li pey hev rêzên dirêj çêkirin. Hemwelatîyan dîyarkirin ku divê dema ragihandina navnîşanan were dirêj kirin.

DERBARÊ BÛYERÊ DE VÎDEO

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.