GÜNDEM

BI PEVGUHERTINA GURÇIKAN 2 NEXWEŞ GIHÎŞTIN TENDIRUSTÎYA XWE

Du nexweşên ku li Amedê tedawîya dîyalîzê digirtin, bi neqlkirina gurçikên hevserên xwe dîsa rewşa tendirustîya wan ber bi başîyê ve diçe.

BI PEVGUHERTINA GURÇIKAN 2 NEXWEŞ GIHÎŞTIN TENDIRUSTÎYA XWE

 Mehmet Aydin (51) ku li Amedê ji ber nelihevîya xwînê ji xizmên xwe neqla gurçikê nikaribû bigirta û 8 sal e tedawîya dîyalîzê dibîne û Turkîye Kiliç (60) ku 2 meh e tedawîya dîyalîzê dibine,

bi neqla gurçikên ku ji alîyê hevjînên wan ve hat kirin, tenduristîya xwe jinû ve bi dest xistin.

Piştê muayeneyên Aydin û Kiliç ên ku serî li Navenda Neqlkirina Organan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl dan û ji bo neqlkirinê ketine rêzê, hat dîyarkirin ku hevjînên Kiliç û Aydin dikarin bi rêya neqlkirina organan bexş bikin.

Di hevdîtinê de hevjînan li ser pevguhertina gurçikan li hev kirin. Hevjîna Kiliç, Şakir Kiliç (59) gurçika xwe da Mehmet Aydin,

hevsera Aydin, Ayfer Aydin (47) gurçika xwe da Turkîye Kiliç. Piştê neqla bi serketî Mehmet Aydin ê ku hemû îmkanên tedawîyê qedandibûn ji mirinê xilas bû, Turkîye Kiliç jî ji dîyalîzê xilas bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.