GÜNDEM

BIHAYÊN BERHEMÊN ÇANDINÎYÊ LI GOR MEHA BORÎ JI SEDÎ 8,03 ZÊDE BÛYE

Endeksa Bihayê Hilberînerê Berhemên Çandinîyê di tîrmehê de li gor meha borî ji sedî 8,03 zêde bû, û li gor heman meha sala par jî, ji sedî 62,48 zêde bû.

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên PPI yên çandinîyê yên meha Tîrmehê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê, UFF'ya Çandinîyê di meha tîrmehê de li gor meha borî ji sedî 8,03, li gor meha Kanûnê ji sedî 35,14, li gorî heman meha sala borî ji sedî 62,48 hat dîyarkirin. Di navbera 12 mehan de ji sedî 102,1 zêde bû.

Li gor guhertina sektoran ya meha borî, berhemên xizmetê yên daristanî ji sedî 6,84, yên çandinî û nêçîrê ji sedî 8,01 û masî û berhemên din ên masîvanîyê ji sedî 10,16 zêde bûn. Ji 87 madeyên ku di endeksê de cih girtine bihaya 21 madeyan kêm bû, bihaya 59 madeyan jî zêde bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.