NÛÇEYÊN KURDÎ

BIHAYÊN HÊKAN LI GOR SALA PAR 4 CAR ZÊDE BÛ

Enflasyon û zemên li pey hev bandor li ser bihayê hêkan jî kir. Heba hêka bû 2,50 lîre.

BIHAYÊN HÊKAN LI GOR SALA PAR 4 CAR ZÊDE BÛ

Enflasyon û zemên li pey hev bandor li ser bihayê hêkan jî kir.

Ji ber bihabûna neftê lêçûnên çûnûhatinê, lêçûnên ambalajkirin û qelewkirina sewalan roj bi roj zêde dibin. Ev rewş bandorê li bihayên hilberên ku digihîje xerîdaran dike.

Bihayê hêkê sala par dora 0,60 lîreyê bû, di meha cotmehê de derket asta 2,50 lîreyê. Pakêta hêkan ku 30 heb tê de heye, sala par nêzê 20 lîreyan bû lê îsal di meha cotmehê de pakêta hêkan derketîye nêzê 75 lîreyan.

Ji alîyê din ve zêdebûna bihayê hêkan di du mehên dawî de bi rêjeya ji sedî 30 derketîye bihaya herî bilind.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.