GÜNDEM

“BILA BUDÇE JI BO XWENDEKAR Û WARGEHAN BE NE JI BO ŞER”

Li gor daneyên sendîkayên ku di warê perwerdeyê de dixebitin, li Tirkîyeyê ji her çar xwendekaran yek birçî diçe dibistanê.

“BILA BUDÇE JI BO XWENDEKAR Û WARGEHAN BE NE JI BO ŞER”

Li gor daneyên sendîkayên ku di warê perwerdeyê de dixebitin, li Tirkîyeyê ji her çar xwendekaran yek birçî diçe dibistanê.

Di dema muzakereyên butçeya Wezareta Perwerdehîya Neteweyî de, pêşnûmeya ku mûxalefetê ji bo ji xwendekarên dibistanên fermî, taştê û firavîn bê dayîn dabûn Meclîsê, bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmara 1 a Amedê Emîne Akşahîn, hem li ser butçeyê hem jî li ser amadehîyên mitînga ku wê bê li darxistin axivî. Akşahîn destnîşan kir ku divê dabeşkirina budçeyê bi awayekê wekhev bê parvekirin û wiha got; “Em dixwazin bûdceya welat ji bo perwerde, tenduristî, zarok, ciwan û gelê welat bê veqetandin. Em naxwazin butçeya welat ji bo alîgirên hikûmetê, operasyon, şer, çolên beton û rêyan bê veqetandin. Em hewl didin ku bûdce bi awayekê adîlane ji welatîyan re were veqetandin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.