NÛÇEYÊN KURDÎ

“BILA GIRTÎGEHA AMEDÊ YA HEJMAR 5 BIBE MUZEYA MAFÊN MIROVAN”

Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê (DKKDP) bang li kesên têkildar kir ku bila Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê bibe "Muzeya Mafên Mirovan."

Endamên Platformê ku li ser çêkirina "Muzeya Mafên Mirovan" a Girtîgeha Leşkerî ya Hêjmar 5 a Amedê daxuyanîyeke çapemenîyê dan. Di daxuyanîyê dîyar kirin ku di amadekirina Girtîgeha Hejmara 5'an de ji bo xwe gihandina rêya heqîqetê, divê proje bi dînamîkên bajêr re têkildar be.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku metna daxuyanîyê xwend, wiha got, “Ew daxwaz dikin ku her santîmetre çargoşe ya Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5’an a Amedê, li gor rastîya xwe ya dîrokî, bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’. Bi vê mebestê em dixwazin kesên ku di vê heyamê de şahidî kirine, mexdûran û rêxistinên sivîl ên li bajêr têxin qonaxa projeyê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.