NÛÇEYÊN KURDÎ

BIRYARA GIRTINA 16 ROJNAMEGERAN DÊ BIDOME

Derbarê 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de hatibûn girtin di nirxandina girtina mehane ya Dadgerîya Cezayê ya Sûlhê ya 5’emîn de biryara dewama girtina wan hat dayîn.

Parêzer Resûl Temûr daxwaza berdana girtîyan kir û axaftina xwe wiha domand:  ‘Digel ku dosyeyan de biryara sînordarkirinê tune bû nehiştin em dosyeyan bi dest bixin. Ji bo vê yekê me îtîraz kir lê tu encam jê derneket. Li cem wan delîl ji bo venêrîna parastinê re vekirî nîn e, ev yek li dijî hiqûqê ye. Bi sînordarkirinê ji bo dozê berhevkirin û nîşandana delîlan ji holê radibe û ev yek jî li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û madeya 36’an a Qanûnabingehîn a ‘mafê darizandina adîl’ xaleke dijber e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.