NÛÇEYÊN KURDÎ

BIRYARA MÛÇEYA KÊMTIRÎN DI ROJNAMEYA FERMÎ HAT WEŞANDIN

Biryara mûçeya kêmtirîn a nû ya ku ji alîyê Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn a sala 2024an ve hat dîyarkirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku di navbera 1ê Çile û 31ê Berfanbarê ya 2024an da heqdestê karkeran ji bo rojekê karê normal wek 666 lîre 75 quruş bê dîyarkirin.

Biryar hat dayîn ku ji bo ku di navbera Çile û Berfanbara 2024an de desteka mûçeya kêmtirîn wek 700 lîre bê parastin, çarçowe, rêgez û prensîbên piştgirîyê ji nû ve bên dîyarkirin.

Hat ragihandin ku tevê dijberîya nûnerên karkeran jî bi piranîya dengan biryar hat girtin ku biryar ji bo di 1ê Çileya 2024an de bikeve merîyetê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.