NÛÇEYÊN KURDÎ

BIRYARA RAKIRINA PARÊZBENDÎYÊ YA SALÎHE AYDENÎZ HAT DAYÎN

Di derbarê Parlamentera Amedê Salîhe Aydenîz de, biryara ‘rakirina parêzbendîyê’ hat dayîn.

BIRYARA RAKIRINA PARÊZBENDÎYÊ YA SALÎHE AYDENÎZ HAT DAYÎN

Di derbarê Parlamentera Amedê Salîhe Aydenîz de, biryara ‘rakirina parêzbendîyê’ hat dayîn.

Civîna Lîjneya Amadekar a ji alîyê Lîjneya Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclîsê ve, ji bo rakirina parêzbendîya Parlamentera Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Salîhe Aydenîz a ku bi hinceta li Kadikoyê, di dema "Meşa Gemlîkê" de li polîsek xistîye, hat amadekirin, bi dawî bû.

Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç parastinê kir. Koç, dîyarkir ku helwesta li hemberê Aydenîz siyasî ye û divê parêzbendîya hiqûqî neyê rakirin û wiha berdewam kir; “Wêneyên muameleya xerab a li hemberê wekîla me, li dosyeyan nehat zêdekirin. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û AÎHM'ê jî hatin paşguhkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştê civîna li komîsyonê hat kirin, li hemberê dengên 3 wekîlên AKP'ê, 2 dengên neyînî hatin dayîn. Bi dengên wekîlên AKP'ê, raporek ji bo rakirina parêzbendîya Aydenîz hat amadekirin. Biryar, ji Komîteya Hevbeş ya Edaletê ya Qanûna Bingehîn re hat şandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.