GÜNDEM

BIRYARA ZÊDEKIRINA KIRÊ YA JI SEDÎ 25 HETA 1Ê TÎRMEHÊ HAT DIRÊJKIRIN

Bi xala 23emîn a pêşnûmeya torbe ya ku li Meclîsê hat qebûlkirin re, rêziknameya ku zêdekirina kirêya xanîyan ji sedî 25 bê sepandin, heta 1ê Tîrmeha 2024an hat dirêjkirin.

Rêzikname li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Serlêdan wê bi şertê ku ji sedî 25ê bihayê kirêya sala berê derbas nebe tê qebûl kirin.

Ger rêjeya guherîna endeksa bihayê serfkaran a sala kirê ya berê li gor navgînên 12 mehan li jêr ji sedî 25 be, wê rêjeya guherînê derbasdar be.

Di peymanên kirêkirinê yên ji salekê zêdetir de, heger ji vê rêjeyê zêdetir hatibe çêkirin, wê ji ber mîqdara zêde, betal bê hesibandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.