NÛÇEYÊN KURDÎ

BOLTAN: TÊKOŞÎNA ZAROKÊN ME WÊ BIDOME

Çalakîya Nobeda Edaletê ya ji alîyê xizmên girtîyên nexweş ku nahêlin bên berdan, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê di roja 357’an de berdewam kir.

BOLTAN: TÊKOŞÎNA ZAROKÊN ME WÊ BIDOME

Çalakîya Nobeda Edaletê ya ji alîyê xizmên girtîyên nexweş ku nahêlin bên berdan, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê di roja 357’an de berdewam kir. Di çalakîyê de dayîka Civan Boltan ê ku çav û destê wî tuneye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtîye, Nazîme Boltanê axivî. Boltan got, “Nêzê salek e, em li edaletê digerin, lê edalet li ber çavan nîne. Çi dibe bila bibe, heta em sax bin em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”

Boltan destnîşan kir ku heta daxwazên wan pêk neyên wê têkoşîna xwe bidomînin û got; “Ez ê heta dawîyê ji bo zarokê xwe û hemû girtîyên nexweş têbikoşim. Em Kurd in û qet em ji vê yekê şerm nakin. Têkoşîna zarokên me wê bidome. Bila bihêlin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Rojekê hewcedariya we bi rastî, hiqûq û edaletê heye. Bes e! hinekî xwedî wijdan bin û dawî li van hovîtiyên xwe bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.