GÜNDEM

BOZDAG: HETA 2Ê NÎSANÊ DIVÊ AGAHÎYÊN HILBIJÊRAN BÊN KONTROL KIRIN

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, derbarê pêvajoya hilbijartinê de wiha got, "Mexdûrên erdhêjê ji bo guhertina navnîşan û serrastkirina agahîyên hilbijêran dikarin heta 2'ê Nîsanê serlêdan bikin."

BOZDAG: HETA 2Ê NÎSANÊ DIVÊ AGAHÎYÊN HILBIJÊRAN BÊN KONTROL KIRIN

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, derbarê pêvajoya hilbijartinê de wiha got, "Mexdûrên erdhêjê ji bo guhertina navnîşan û serrastkirina agahîyên hilbijêran dikarin heta 2'ê Nîsanê serlêdan bikin." Bozdag di Civîna Koordînasyona bajarê Amedê de axivî û dîyar kir ku xebatên tespîtkirina xisarên li Amedê hem li navend û hem jî li navçeyan bi dawî bûne. Wezîr Bozdax, di daxuyanîya xwe de wiha got, “Ji xeynî çend avahîyên ku di rewşeke awarte de werin hilweşandin, kavilên hemû avahîyên ku hilweşîyayî jî hatine rakirin." Bozdag dîyar kir ku xebatên ji bo avakirina konteyniran li Amedê dewam dikin û got, “Niha li Amedê pirsgirêka xanîyan nîne. Heke di agahîyên hilbijêran de xeletî hebe derfeta rastkirina wan heye. Ji bo di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an de dengê xwe bidin, dikarin heta 2'ê Nîsanê serlêdan bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.