NÛÇEYÊN KURDÎ

BOZDAG JI BO KILIÇDAROGLÛ GOT: BIXWESTA ME YÊ HEVDÎTIN BIKIRA

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, ji ber meş lidarxistin û daxuyanîya li ber Wezareta Dadê, bertek nîşanê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû da.

Wezîr Bozdag li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha parve kir; "Birêz Kiliçdaroglû bi Wezareta Dadê re randevûya hevdîtinê nexwestîye. Ger ku randevû xwestibaya min ê bi wî re hevdîtin bikira. Ger bixwaza bêyî randevû hevdîtinê bike min ê dîsa bi wî re hevdîtin bikira. Lê belê Kiliçdaroglû li şûna ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike, bi daxuyanîyeke çapemeniyê qîma xwe anî. Em her tim amade ne ku bi Serokê duyemîn ê partîya mezin a Tirkiyeyê re derbarê mijarên welat de hevdîtinê bikin û biaxivin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.