NÛÇEYÊN KURDÎ

BULUT Ê CHP’YÎ: HIKÛMET PSÎKOLOJÎYA WELATÎYAN XERA KIRÎYE

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Burhanettîn Bulut got, “Li Tirkîyeyê bikaranîna dermanên antîdepresyonê zêde bûye. Hikûmetê zirar daye psîkolojîya welatîyan.”

BULUT Ê CHP’YÎ: HIKÛMET PSÎKOLOJÎYA WELATÎYAN XERA KIRÎYE

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Burhanettîn Bulut behsa bikaranîna dermanên antîdepresyonê yên di 10 salên dawî de li Tirkîyeyê kir û derbarê mijarê de daxuyanîyeke nivîskî parvekir.

 

Di daxuyanîyê de Bulut wiha got; “Di 10 salên dawî de bikaranîna dermanan 28 milyon û 193 hezar û 443 qutî zêde bûye. Welatîyên ku di şert û mercên krîza aborî de bi mûçeya kêmtirîn debara xwe dikin, ji ber zêdebûna rojane, fatûreyên giran, lêçûnên kirêya xanî û metbexê di depresyonê de ne û ji pêşeroja xwe bi fikar in, serî li bikaranîna dermanên antîdepresyonê didin. Welatî pêşeroja xwe nabînin û ji pêşerojê bêhêvî ne. Hikûmetê psîkolojîya welatîyan xera kirîye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.