NÛÇEYÊN KURDÎ

BUTÇE 1 TRILYON Û 375 MILYAR LÎRE KÊMASÎ DA

Di butçeya hikumeta navendî ya sala 2023'an de 1,3 trîlyon lîre kêmasî çêbûye.

BUTÇE 1 TRILYON Û 375 MILYAR LÎRE KÊMASÎ DA

 

Wezareta Xezîne û Darayî encamên butçeya Berfanbara 2023an û heyama Çile-Berfanbarê eşkere kir.

 

Li gor daneyên Wezaretê kêmasîya bûdçeya Berfanbara 2023an wek 842 milyar û 532 milyon lîre hat hesabkirin.

 

Dahata budçeyê di sala 2023yan da li gor sala berê ji sedî 86,1 zêde bû û derket 5 trîlyon û 210 milyar û 488 milyon lîreyê û lêçûnên budçeyê jî ji sedî 123,8 zêde bû û derket 6 trîlyon û 585 milyar û 456 milyon lîreyê.

 

Bi van daneyan di sala 2023ê de ku erdhejên navenda wê Mereş e pêk hatin, kêmasîya butçeya hikumeta navendî 1 trîlyon û 374 milyar û 968 mîlyon lire bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.