NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇAR CIWANÊN JI MÊRDÎNÊ DI ENCAMA JEHRÎBÛNÊ DE MIRIN

Hat îdîakirin ku 4 ciwanên li Stenbolê di firinê de dixebitin, ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê jîyana xwe ji dest dane.

ÇAR CIWANÊN JI MÊRDÎNÊ DI ENCAMA JEHRÎBÛNÊ DE MIRIN

Hat îdîakirin ku 4 ciwanên li Stenbolê di firinê de dixebitin, ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê jîyana xwe ji dest dane.

Bûyer do li firineka Stenbolê qewimî. Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga yên ji taxa Qibalê ya Mêrdînê ne, di heyama ku li qata jor ya firinê raketine, şewat derketîye.

Serê sibehê hatîye ferqkirin ku her çar welatî jî di nava cîhên xwe de ne û rewş ji polês û tîmên tenduristîyê re hatîye ragihandin.

Piştê lêkolîna tîmên tenduristîyê hat dîyarkirin ku her çar welatîyên xizmên hev ji dûmanê jehrî bûne. Cenazeyê wan ji bo karûbarên otopsîyê rakirine morga nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku wê cenazeyê her çar ciwanan jî bibin Mêrdînê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.