GÜNDEM

ÇARÇOVEYA QEDEXEYA ALKOL Û TÛTINÊ HAT BERFIREHKIRIN

Qedexeya pêşkêşkirin û firotina vexwarinên alkol û firotina berhemên tûtinê hat berfirehkirin.

ÇARÇOVEYA QEDEXEYA ALKOL Û TÛTINÊ HAT BERFIREHKIRIN

Qedexeya pêşkêşkirin û firotina vexwarinên alkol û firotina berhemên tûtinê hat berfirehkirin. Rêziknameya Wezareta Çandinî û Daristanê ya ku rêziknameya li ser rêgez û prensîbên firotin û pêşkêşkirina berhemên tûtinê û vexwarinên alkolê diguherîne, di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî rêziknameyê, li cihên ku xizmetên tenduristî, perwerde û hîndekarî, çand û werzîşê tê dayîn, pêşkêşkirin û firotina vexwarinên alkol û firotina titûnê çawa ku qedexe ye, ev qedexe wê li kampusên van deran jî derbas be.

Di çarçoveya qedexeyê de, qadên vekirî yên cihên ku ev xizmet lê tên kirin, avahî û baxçeyên avahiyên ku aîdê wan e, wê di nava sînorên kampusê de bên nirxandin û heman qedexe wê li vir jî derbas dar be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.