GÜNDEM

ÇAVUŞOGLÛ: NE PÊKANE JI ENDAMTÎYA ÎSVEÇÊ RE EM BIBÊJIN ERÊ

Wezîrê Karên Derva Mevlût Çavuşoglû derbarê endamtîya Swêdê ya ji bo NATOyê daxuyanî da û got "Ne mimkûn e.”

ÇAVUŞOGLÛ: NE PÊKANE JI ENDAMTÎYA ÎSVEÇÊ RE EM BIBÊJIN ERÊ

Wezîrê Karên Derva Mevlût Çavuşoglû derbarê endamtîya Swêdê ya ji bo NATOyê daxuyanî da û got "Ne mimkûn e.”

Çavuşoglû, di çarçoveya zîyareta xwe ya fermî da li Bûdapeştê bi Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban ra hat bal hev. Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Orban re bi Wezîrê Karên Derve û Bazirganîya Derve yê Macarîstanê Peter Szijarto re jî hevdîtin kir. Çavuşoglu di civîna çapemenîyê de wiha got, "Ger Swêd erka xwe bi cih bîne, em ê rûnin û biaxivin. Lê niha ne mimkûn e ku em ji endamtîya Swêdê ya NATOyê re bibêjin erê. Me civîna sêyemîn ya wê li Brukselê bihata kirin betal kir." Szijarto jî di axavtina xwe de bal kişand ser çalakîya ku Serokê Partîya Nîjadperest a Danîmarkayê (Stram Kurs) li ber Sefaretxaneya Tirkîyeyê ya li Stockholmê Qur'ana Kerîm şewitandin û got, "Şewitandina Pirtûka Pîroz a ji ol û bawerîyeke din, nayê qebûlkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.