NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYÊ CIWANEKÎ DIN JÎ DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE HAT DÎTIN

Ji 3 ciwanên Amedê yên ku di encama qezayê de siwareya wan di Çemê Mûnzûrê ya Dêrsimê de winda bûbûn, cenazeyê yekî hat dîtin.

CENAZEYÊ CIWANEKÎ DIN JÎ DI ÇEMÊ MÛNZÛRÊ DE HAT DÎTIN

Ji 3 ciwanên Amedê yên ku di encama qezayê de siwareya wan di Çemê Mûnzûrê ya Dêrsimê de winda bûbûn, cenazeyê yekî hat dîtin.

Siwareya a ku ciwanê bi navê Mehmet Can Demîral, Azat Demîral û Baran Aslantaş tê de bûn, di 21ê Nîsanê de di ji bo seyran ji Amedê derketibûn û wê biçûna Dêrsimê, li 40emîn kîlometreya rêya Pulurê qeza kiribû, qelibîbû nava çemê Mûnzûrê û winda bûbû.

Piştê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, roja Şemîyê 6ê Gulanê cenazeyê Baran Aslantaş ê 22 salî li herêma Mîskîsag a ser rêya Pulurê di Çemê Mûnzûrê de hatibû dîtin.

Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyê Mehmet Can Demiral ê 22 salî jî li devera Pira Venkê ya li navçeya Pulurê hat dîtin û bi ambûlansê ji bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat şandin.

Li alîyê din lêgerîna ji bo dîtina Azat Demîral hem li Çemê Mûnzûrê û hem jî li Bendava Uzunçayirê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.