NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYÊ RAMAZAN XOCE WÊ LI AMEDÊ BÊ DEFINKIRIN

Cenazeyê Ramazan Xoce ji bo definkirinê anîn Amedê. Îro piştê nimêja nîvro wê li Goristana Çîfte Havuzlar were definkirin.

CENAZEYÊ RAMAZAN XOCE WÊ LI AMEDÊ BÊ DEFINKIRIN

Cenazeyê Ramazan Pişkin ê bi nasnav Ramazan Xoce yê Amedî ji bo definkirinê anîn Amedê.

 

Ramazan Hoce duh piştê nîvro di encama êrîşa bi kêrê ya li çayxaneya wî ya li Stenbolê de jîyana xwe ji dest da.

 

Ji bo Ramazan Xoce îro piştê nimêja nîvro li Mizgefta Mezin wê nimêja mirî bê kirin. Piştê nimêjê wê cenazeyê Pîşkîn bibin Goristana Çîfte Havuzlar a navçeya Sûrê û li wir bê definkirin.

 

Tê payîn ku gelek welatî beşdarê merasîma cenazeyê Pîşkîn bibin.

 

Sersaxî wê li Mizgefta Hz. Hemze bên qebûlkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.