NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYA DEMÎR A 2 SAL BERÊ JI BO WERE DÎTIN ÎLAN HATIBÛ DAYÎN HATE DÎTIN

Li Amedê 2 sal berê ji bo Yasemîn Demîr îlana wenda hatibû dayîn lê derket holê ku ew hatîye kuştin.

CENAZEYA DEMÎR A 2 SAL BERÊ JI BO WERE DÎTIN ÎLAN HATIBÛ DAYÎN HATE DÎTIN

Li Amedê 2 sal berê ji bo Yasemîn Demîr îlana wenda hatibû dayîn lê derket holê ku ew hatîye kuştin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê di 9’ê Berfanbara 2020’an de ji bo Yasemîn Demîr (34) ku dayîka 3 zarokan e malbata wê çû cem polêsan û îlana ku wenda bûye dan. Di çarçoveya dosyeya dozê de îfadeya hevserê Yasemîn Demîr, ku hevserê wê di sala 2021’an de ji sûcê ‘bazirganîya madeyên tîrkakê’ hatibû girtin, carek din îfadeya wî hate girtin. Rustem Demîr di îfadeya xwe de dîyar kir ku hevjîna xwe Yasemîn Demîr wî kuştîye. Li gor îdîaya Demîr hevjîna wî ji sala 2018’an û şûn de îxanet lê kirîye û ew jî ji ber nekarîye tehemmulê vê yekê bike wê kuştîye. Demîr dîyar kir ku ji bo sûcê xwe veşêre serî li Midurîyeta Emnîyetê ya Bismilê daye û muracaata hevjîna min wenda ye kirîye. Digel vê yeke xwişka Rustem Demîr M.D., di îfadeya xwe de dîyar kir ku wê zanîbû ku Yasemîn Demîr hatîye kuştin û ji bo ku gef lê hatîye kirin ji kesekî re behsa bûyerê nekirîye. Her wiha M.D. dîyar kir ku ceseda Yasemîn Demîr li derveyî navçeyê kirine bin erdê. Piştê tespîtkirina cîhê cesedi erd hat kolan û 2 mîtro binê erdê de ceseda jinikekê hate dîtin. Piştê lêkolînan hat tespîtkirin ku cesed aîdê Yasemîn Demîr e. Derbarê bûyerê de karên li emnîyetê yên derbarê kesên bi bûyerê re têkildar didomin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.