NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇERKEZOGLÛ: MESELEYA ME HÊZA KIRÎNÊ YA HERÎ KÊM E

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, derbarê zêdekirina mûçeya herî kêm a demkî de daxuyanî da.

ÇERKEZOGLÛ: MESELEYA ME HÊZA KIRÎNÊ YA HERÎ KÊM E

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, derbarê zêdekirina mûçeya herî kêm a demkî de daxuyanî da.

Çerkezoglû ji ANKA'yê re axivî û dîyar kir ku divê zirarên mûçeya herî kêm a li hemberê enflasyonê û rêjeya dolar û buhayê zêr bên telafîkirin.

Herwiha tekez kir kuZ divê mûçeya herî kêm para xwe ji zêdekirina dahata niştimanî bigire û weke mûçeyek ku karmend bikaribe bi malbata xwe re bijî were dîyar kirin.

Di berdewama axavtina xwe de jî Çerkezoglu wiha got, “Meseleya me ne ew e ku mûçeya herî kêm çend lîre ye û çend dolar e; ya girîng hêza kirînê ya bi mûçeya herî kêm e.

Ji ber ku mûçeya herî kêm û hemû mûçegiran hêza xwe ya kirînê winda dikin, rê li ber feqîrbûneke pir bi lez vedike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.