NÛÇEYÊN KURDÎ

CEYLAN: DIVÊ KURDÎ HEM ZIMANÊ FERMÎ Û HEM JÎ ZIMANÊ PERWERDEYÊ BE

Çalakîyên 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku ji alîyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve hatine destpêkirin, berdewam dikin.

CEYLAN: DIVÊ KURDÎ HEM ZIMANÊ FERMÎ Û HEM JÎ ZIMANÊ PERWERDEYÊ BE

Çalakîyên 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ku ji alîyê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve hatine destpêkirin, berdewam dikin. Di çalakîyan de, daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê derdikeve pêş. Fînala çalakîyan wê di 15'ê Gulanê de li navçeya Rezanê de bi meşekê ku ji ber NCity AVM’ê heta Parka Koşuyoluyê wê bi dawî bibe. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, di derbarê cejna ziman û meşa ku wê bê lidarxistin de nirxandinan kir. Ceylan dîyarkir ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê roj bi roj zimanê Kurdî zerar dibîne. Herwiha anî zimên ku divê kurdî hem wekî zimanê fermî, hem jî wekî zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin. Ceylan axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, hesasîyeta li ser Kurdî zêde bibe, em ê heta Parka Kosuyolu 'Meşa Ziman' li dar bixin. Em hemû gelê Amedê vedixwînin vê meşê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.