NÛÇEYÊN KURDÎ

CEZAYÊN JI BER RÛPÊÇÊ HATIBÛN BIRRÎN TÊ JÊBIRIN

Cezayên ku ji bo kesên ku di çarçoveya tedbîrên belavbûna vîrusa koronayê de ferzkirina rûpêçan binpê bikin, bi maddeya ku li torbe qanûnê hatîye zêdekirin wê bên jêbirin.

CEZAYÊN JI BER RÛPÊÇÊ HATIBÛN BIRRÎN TÊ JÊBIRIN

Pêşnûmeya qanûnê ya ji 52 xalan pêk tê wê îro were Meclîsê. Pêşnîyara torbe qanûna ku berîya niha bi qasê 100 madeyan hatibû amadekirin, piştre bû du parçe. Di kêlîya dawî de li Pêşnûmeya torbe qanûnê ya yekem a 52 madeyan hatin zêdekirin. Li gor nûçeya NTVyê, cezayên ku ji bo kesên ku di dema belavbûna vîrusa koronayê de rûpêç bikar ne anîn wê bên jê birin. Tê dîyarkirin ku di vê mijarê de 200 hezar dosya hene. Piştgirîya elektrîk û gaza xwezayî jî wê di pêşnûmeyê de cîh bigire û di vê pêşnûmeyê de berjewendîyên KYK'ê jî wê bên rakirin. Wê pasaporta îxracatkar a ducarî û jêkirina deynên rêveberiyê yên heta 2 hezar lîreyî jî di torbe qanûnê de cih bigire.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.