NÛÇEYÊN KURDÎ

CEZAYÊ POLÊSÊ KU HELÎN ŞEN KUŞTIBÛ BIRIN DADGEHA ÎSTÎNAFÊ

Malbata Hêlîn Hasret Şen a ku li Amedê ji alîyê polês Abdullah Ercan ve hat qetilkirin, ji bo cezakirina bersûc a ku ji ber sûcê "îhmala bi zanebûn" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birrîn,

ji bo ku ji sucê “kuştina bi qest” bê cezakirin serî li dadgeha îstînafê da. Hêlîn Hasret Şen a 12 salî di 12'ê Cotmeha 2015'an de li navçeya Surê ya Amedê ya ku lê diman, dema bi dayîka xwe re diçû firinê bi guleya ji wesayîta zirxî hat qetilkirin.

Piştê ku dadgehê biryara xwe ya bi hincet eşkere kir, Malbata Şen bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îstînafê da. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku bi awayekî şênber hatîye tespîtkirin ku polêsa bersûc Helîn Hasret Şen bi zanebûn kuştîye, bi belge û agahîyên ku hatine pêşkêşkirin,

hat xwestin ku cezayê dadgehê yê bi îdîaya "Bi xemsarî bûye sedema kuştinê" ji ber neqanûnîya wê ji bo wan bê betalkirin. Di daxwaznameya îtîrazê de ku ji bersûc “ji ber sûcê kuştina bi qest” bê cezakirin de hat xwestin ku dosya bê betalkirin û ji dadgeha ku biryar daye re bê şandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.