GÜNDEM

ÇGD: JI BO ROJNAMEVANÊN GIRTÎ EM HERKESÎ VEDUXÎNIN DADGEHÊ

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgerîya Komarê ya Amedê de, di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin.

ÇGD: JI BO ROJNAMEVANÊN GIRTÎ EM HERKESÎ VEDUXÎNIN DADGEHÊ

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgerîya Komarê ya Amedê de, di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin.

Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtîya rêxistinê" hatibûn girtin.

Yekemîn danişîna 15 rojnamevanan wê di 11'ê Tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

Seroka Cemîyeta Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Şaxa Enqereyê Demet Aran, dîyar kir ku li Tirkîyeyê roj bi roj azadîya çapemenîyê kêm dibe û mafê nûçe girtina gel tê astengkirin û wiha axivî: “Hevalên me ji ber karê rojnamevanîyê zêdeyê salekê ye di girtîgehê de ne.

Di îdianameya ku 9 meh şûnde hat amadekirin de nîşanê me da ku ji xeynî nûçeyên ku çêkirine tu delîl jî tune ye. Darizandina bi vê rengê dibe sedema paşveçûna azadîya çapemenîyê.

Her wiha bi îdiaya ‘endamtîya rêxistinê’ tê xwestin ku hevpîşeyên me ‘ji ber xebatên xwe yên rojnamegerîyê’ nehatine girtin. Em bi hevalên xwe re ne û li dijî girtinên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û astengkirina mafê nûçegirtinê ne. Em herkesî vedixwînin dadgehê. Bi taybetî jî em hempîşeyên xwe vedixwînin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.